Debara xwe bi fitrikan dike

Di binê mala xwe de kuvarkan digihîne û difiroşe

Debara xwe bi fitrikan dike

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê welatiyê bi navê Hamza Aslan ji bo debara xwe, di binê mala xwe de kariyan diçîne û difiroşe. Her wiha Hamza dixwaze karê xwe mezintir jî bike.

Navê vî ciwanî Hamza Aslan e. Wî Zanîngeha Zîraetê xelas kiriye...

Piştî ku Aslan vedigere Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji bo debara xwe bike dikeve nav xebatekê.

Herî dawî ji bo çandina fitrikan ango bi navên din ji bo kuvark, karî an jî kuftulîlkan dest bi xebatê dike.

Di binê mala xwe de cih çêkiriye û piştî ku digihên, difiroşe.

Hamza Aslan got, “Ev xebata min ji bo ceribandinê bû. Ez ê karê xwe mezintir bikim.”

Kîloya fitrikan li herêmê heya 10 lîreyan e û elaqeya ji bo wan jî li herêmê baş e.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE