Debara xwe bi hinaran dike

Baki Bakış beriya 10 salan vegeriya gundê xwe û dest bi karê hinaran kir

Debara xwe bi hinaran dike

Piraniya gundiyên Narlıdereyê îdara xwe bi çandina hinaran dike

Welatıyê bi navê Baki Bakış bi salan li İstanbulê xebitî. Lê paşê vegeriya gundê xwe qesrikê yê bi ser Bitlisê ve. Ji bo debara malbata xwe dest bi çandina darên hinaran kir. Gundiyên Baqî jî çav lê kirin û ji xwe re şitlên hinaran çandin. Niha tenê ji gundê Qesrikê salê nêzî 400 ton hinar derdikeve.

Di nav darên hinaran de hin kes hinaran diçinin, hin kes li wesayîtê bar dikin û dibin.

Ev der gundê Qesrikê yê Belîsê ne.

Welatiyê bi navê Baqî Bakış li İstanbulê bi salan karker bû.

Lê beriya 10 salan dev ji karê İstanbulê berda û hat gundê xwe Qesrikê.

Bakış pêşî ji bo debara malbata xwe dest bi çandina şitlên hinaran kir.

Li ser erdê xwe ji xwe re bostanekî hinaran ava kir.

Gundiyên wî jî çav lê kirin û wan jî dest bi çandina şitlên hinaran kirin.

Li gund 182 mal hene û ji wan 160 mal, bi karê hinaran re mijûl dibin.

Tenê ji gundê Qesrikê her sal nêzî 400 ton hinar derdikeve û diçe gelek bajaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE