Gola Nazûkê lı navçeya Ahlata Bitlisê ye. Gundiyên lı herêmê digel cemed û sermayê di Gola Nazûkê de ji xwe re masiyan digirin. Hin kes tenê bi girtina masiyan debara xwe dikin.
Cihekî rast û fîqspî, mirov dibêje qey deştek e.
Lê ev dîmen ji Gola Nazûkê ya li navçeya Ahlata Bitlisê ne.
Li dora Gola Nazûkê gundên Nazûk, Xiyartank, Cizrok û Girsê hene.
Welatiyên van gundan tên ser gola cemedgirtî.
Ewil qulekê vedikin, dûv re torên xwe berdidin û masiyan digirin.
Hin welatî ji bo xwarina xwe masiyan digirin, lê hin welatî pê debara xwe dikin
Xelqê deverê dibêje ku masiyên wan gelek bi tehm û xweş in, loma elaqeya ji bo masiyan zêde ye.