Li Çiyayê Torê yê li Midyada Mêrdînê dema berhevkirina cehteran hat. Cehter gihayekî bi bêhn e û wek baharat dikeve gelek xwarinan. Welatiyên herêmê dibêjin ku cehter ji bo tenduristiyê jî gelek baş e.
Li herêma Çiyayê Torê yê li Midyatê gelek gihayên xwezayî yên bişîfa hene. Yek ji wan jî cehter bi gotineke din catirî ye.
Îsal jî bi hatina biharê re cehter çêbû. Loma hin welatî diçin cihên bilind û ji xwe re cehterê berhev dikin. Cehter wek biharat dikeve gelek xwarinan.
Xelqê herêmê dibêje ku ev giha him gelek xweş e, him jî ji bo tenduristiya mirov gelek baş e.