Bihar hat û êdî gihayên gulikan şîn bûn. Gelê herêmê ji gulik an jî gulbiharan gelek hez dike. Ji ber vê jî gelek kes ji bo berhevkirinê berê xwe didin çiyayên Kozma û Kurtikê.
Gulik bi gotineke din gulbihar...
Tehma gelek xwarinan xweş dike û çavkaniya şîfayê ye.
Li Mûşê, îsal jî bi hatina biharê re gihayên gulikan derketin.
Gelek kes ji bo berhevkirina gulikan derdikevin çiyayên Kozma û Kurtikê.
Gulik nebateke gelek bi şîfa ye û tehma wê jî gelek xweş e.
Ji ber vê yekê jî gulik di gelek xwarinan de tên bikaranîn.
Hin kes jî gulikan berhev dikin û ji bo debara xwe li navendê difiroşin.