Dema berûyan hat

Him wek êmîş dixwin him jî jê dimsê çêdikin...

Dema berûyan hat

Li Kercosa Batmanê wextê berûyên dara maziyê dest pê kir. Xelk niha li çolteran êmîşa zivistanê berhev dikin. Him dixwin him jê dimsê çêdikin.

Li Kercosê, gava zivistan dest pê dike, malbat bi şev li derdora sobê kom dibin û li ser êgir berûyan çêdikin.

Haziriya êmîşa zivistanê ji niha ve dest pê dike.

Kercosî li çolterên gundê Mêrvaniyê ji xwe re berûyan berhev dikin.

Xelkê herêmê ji berûyan dimsê jî çêdikin. Dibêjin ji bo nexweşiyan derman e.

Di dema berhevkirina berûyan de herî zêde jî zarok dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE