Dema çêkirina îsotan

Welatî ewil îsotên xwe hişk dikin dûvre zeyt dikin û dihêrin...

Dema çêkirina îsotan

Wekî her sal îsal jî Rihayiyan dest bi çêkirina îsotan kir. Ewil li ber tavê hişk dikin, paşê jî dihêrin û dikin îsotên hûr.

Gava îsot tê gotin her tim bajarê îsotan Riha tê bîra mirov.

Her sal welatî di vê demê de îsotên xwe diçinin. Îsal jî wextê îsotan hat.

Welatî ewil ji zeviyan diçinin, paşê tovên wan derdixin, dûvre li ber tavê hişk dikin û herî dawî jî dihêrin.

Bi vî awayî salê li tevahiya Rihayê bi tonan îsotên hûr tên çêkirin.

Kîloya îsotên hûr carinan bi 60 lîreyî jî tê firotin, her wiha gelek kes pê debara mala xwe dike.

cotkar dibêjin îsotên Rihayê li hemû bajarên Tirkiyeyê belav dibin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE