Dema hêjîran e

Karker sibê zû radibin, diçin baxçeyan û heta nîvro hêjîran berhev dikin

Dema hêjîran e

Li Aydinê wextê berhevkirina hêjîran e. Karker serê sibê zû radibin, diçin baxçeyan û heta nîvro hêjîran kom dikin.

Li bajarê Aydınê dem dema hêjîran e.

Li navçeya Kuyucakê karker di baxçeyên hêjîran de serê sibê zû dest bi kar dikin.

Hêjîr yek bi yek bi destan ji daran tên jêkirin. Pişt re jî li qaseyan tên rêzkirin.

Ji ber ku roj zirare dide hêjîran; divê karker heta nîvro bixebitin û qaseyan tijî bikin.

Bazirgan jî danê nîvro tên baxçeyan û hêjîran dikirin û dibin.

Li bajêr nezî 40 hezar hektarî baxçeyên hêjîrê heye.

Li bajêr her sal nêzî 200 hezar tonî hêjîr tê hilberîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE