Havîn êdî baş nêzîk bû û hewa zêdetir germ dibe. Loma jî koçerên ku li deşt û zozanên Mûşê dest bi qusandina hiriyê pezê spî kirin. Her wiha welatiyên li Qilebana Şirnexê jî ji bo qusandina hiriya miyên xwe amadehiyê dikin.
Êdî havîn tê û dinya her ku diçe dinya germ dibe.Germ jî ji bo koçerên li zozanan dema qusandiya pezê spî ye.
Koçerên li herêma Ewrana Mûşê dest bi qusandina hiriya mêşinan kirin.
Xwediyên pez dibêjin ku qusandina mêşinan ji bo tenduristiya wan jî gelek baş e.
Her wiha li Qilebana Şirnexê jî koçerên li zozanan ji xwe re kon vedan.
Ji ber destpêkirina germahiyê jî êdî ji bo qusandina hiriya pezê spî amadehiyê dikin.
Xwediyên pezê reş û spî dibêjin ku heyata li çolê ji jiyana li gund û bajaran xweştir e.