Cotkarên Malatyayê bi salan e ku dixwestin depoyên bilîsans werin vekirin. Îsal depo hatin vekirin û ofîsa mehsûlên axê dest bi kirîna mişmişan kir. Bi saya vê xizmetê fiyet baştir bûn.
Bi salan e ku cotkarên Malatyayê dema ku mimişên xwe radikirin demildest difrotin. Ji ber vê yekê nedikaribûn zêde pere qezenc bikin.
Îsal Ofîsa Mehsûlên Axê bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanan depoyên bilîsans vekirin.
Serokê Borsaya Bazirganiyê Ramazan Özcan derbarê depoyan de agahî da û got cotkarên me dikarin mişmişên xwe bînin vê derê.
Ofîsa Mehsûlên Axê dest bi kirîna mimmişan kir. Cotkar êdî dikarin mişmişên baştir bi 23 lîreyan bifroşin.
Cotkar mişmişên xwe tînin depoyên bilîsans û kengê bixwazin dikarin bifroşin.