Derdora Gola Hazarê tê paqijkirin

Tevî xwendekaran bi dehan kesî çop û gemara derdora golê paqij kir.

Derdora Gola Hazarê tê paqijkirin

Li Elezîzê xwendekar û xebatkarên saziyan bi hevkariyê peravên gola hazarê paqij kirin. Polîs û cendermeyan jî alîkarî dan wan. Armanca çalakî û xebatên wisa ew e ku çanda paqijiyê di nav civakê de belav bibe.

Li Elezîzê çalakiyeke cuda ya paqijiyê hat kirin.

Di çarçoveya çalakiyan de peravên gola Hazarê hatin paqijkirin.

Xwendekaran bi pêşengiya karmedên saziyan paqijî kir.

Polîs û cendermeyan jî piştgirî dan xebatê.

Di paqijiyê de bi dehan torbe çop û gemar hat komkirin.

Armanca çalakiyê ew e ku çanda paqijiyê di nav civakê de zêdetir belav bibe.

Xwendekaran jî bangî gel kir ku dora gola Hazarê gemarî nekin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE