Deriyê kewaran vekirin

Meşvanên herêmê nêzî 750 ton hingiv hilberandin

Deriyê kewaran vekirin

Li Depa Elezîzê havîn gelek bi bereket bû. Îsal mêşvanên herêmê 750 ton hingiv hilberandin. Mêşvan hêvî dikin hingivê îsal bi bihayekî baş were firotin.

Li Depê havîn bi bereket derbas bû.

Meşvanên herêmê ji berê îsal gelek memnun in.

Mêşvanan par 300 ton hingiv hilberandin.

Lê dibêjin îsal hemû kewar tijî ne û nêzî 750 ton hingiv jê derxistine.

Her wiha meşvan ji bo zivistanê têrî meşan bike di kewaran de hingiv dihêlin.

Meşvanên herêmê bi teşwîqên dewletê qezenceke baş bi dest dixin.

Ji bo îsal, daxwaza wan ew e ku hingivê xwe bi pereyekî baş bifroşin.

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 15:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE