Li Sêrtê, bi emeliyatê ji nava jineke bi nexweşiya bezoarê, kîloyek û nîv mû hat derxistin. nexweşiya bezoarê wek nexweşiya xwarina mûyan tê binavkirin û nexweşên bezoarê jî ji ber mûxwarinê talûkeyên mezin derbas dikin.
Li Sêrtê jinek ji ber êşa nava xwe çû nexweşxaneyeke taybet.
Piştî miayene û tehlîlan derket ku ev jin nexweşa bezoarê ye.
Jina nexweş demildest hat emeliyatkirin û ji nava wê kîloyek û nîv mû hat derxistin.
Pisporê Cerahiya Giştî Op.Dr.Murat Özmen: “Me bi emeliyatê parçeya mûyên ku di nava jina nexweş de bûne wekî kevir, derxist. Ji ber parçeya ji mûyan rûviyên jina nexweşa bezoarê asê bûbûn. Emeliyat bi serkeftî hat kirin û niha rewşa nexweşa me baş e.”
Jina nexweş bi emeliyatê baş bû û ji bona ku ji nexweşiya bezoarê xilas bibe jî, dest bi tedawiyê kir.