Deşta Muşê bi laleyan xemilî

Welatî, xwezahez û wênekêş tên deştê û wêneyên laleyan dikşînin.

Deşta Muşê bi laleyan xemilî

 Li Muşê piştî hewa germ bû laleyan vekir û Deşta Muşê bi laleyan xemilî.

Di sala 2015an da Midûriya Giştî ya Hilberîna Nebatan a girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan bi navê "Muş 1071" ev lale tescîl kiribû.

Bi hatina biharê ra lale vebûn û Deşta Muşê sor û gevez bû.

Welatî, xwezahez û wênekêş tên deştê û wêneyên laleyan dikşînin.

"Lale sembola Muşê ye"

Midûrê Dezgeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê Burhan Çam ji nûçegihanan ra daxuyand ew der barê laleyan da bi Zanîngeha Muş Alparslanê ra hevkariyê dikin.

Çam wiha axivî: "Ji bo feydeya laleyan bigihêje aboriya Muşê xebatên me yên cidî hene. Lale sembola Muşê ye û xwedî taybetmendiyan e. Her sal hefteya dawîn a nîsanê vedibin û hefteya ewil a gulanê diçilmisin, cureyeke endemîk e."

Zahîde Arslana bi hevalên xwe ra hatiye temaşeya laleyan jî wiha got: "Deşta Mûşê bi laleyan geş bû. Li çiya berf heye, lê di deştê hewaya biharê heye. Em jî bi hevalan ra hatin wêneyan bikşînin."

Zeynep Ozmenê jî got ji ber şewba koronayê 17 roj derketina derva wê bê qedexekirin ku wê xwestiye beriya vê ew bê wêneyan bikşîne û bêhna xwe bide.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE