Deşta Muşê bi qadên xwe û floraya xwe ya dewlemend va mazûvaniya 350 cure teyr û tûyan dike.
Deşta Muşê li Türkiyeyê di nav gozergahên girîng ên koça teyr û tûyan da cih digre û derbasbûna cureyên çûkan li deştê hem bala çavdêran hem bala wênekêşan dikşîne.
Bi sedan cureyên teyr û tûyên ku ji Afrîkayê tên û ji Hatayê ra derbasî welêt dibin, ji Deşta Muşê ra derbas dibin û koçî Sîbîryayê dikin.
Bi destpêkirina koçê ra çavdêrên teyr û tûyan tên bajêr û serê sibê radibin û berê xwe didin deştê, wêneyê cureyên çûkan dikişînin û qeyd dikin.
Çavdêrê çûkan Mustafa Çulcuoglu daxuyanî da û diyar kir ku ew gozergahên koçkirina çûkan dişopînin.
Çulcuoglu wiha dewam kir, "Li ser rûyê dinyayê di navbera bakur û başûr da sê rêyên girîng ên koça çûkan hene. Yek ji van li welatê me ye. Li ser rûyê dinyayê yek ji rêyên koça çûkan a girîng yek jî Deşta Muşê ye. Ev der mazûvaniya çûkan dike. Li deştê nêzî 350 cureyên çûkan hene û qeydên wan hene."
Çulcuoglu daxuyand, çûkên ku ji Afrîkayê koç dikin û tên welêt, dema ku derbasî bakur dibin herî dawîn tên Deşta Muşê û wiha dewam kir, "Çûk ji vê derê diçin herêma Sîbîryayê û qadên xwe yên jiyanê yên ku lê cûcikan derdixin, dibînin."
Alpay Salih Aloglu jî diyar kir ku 12 sal e ew di dema xwe ya vala da çavdêriya çûkan dike û wêneyên wan dikişîne.AA