Di 102 saliya xwe de, pişta vîrûsa koronayê şikand û jê xilas bû. Xaltîka Şahîde Gurbuza ku li Elazığê dijî demek berê bi şewba koronayê ket. Xaltîka ku li malê dihat tedawîkirin, di demeke kurt de hat ser xwe û ji nexweşiyê filitî.
Di 102 saliya xwe de bi vîrûsa koronayê ket; lê li ber xwe da û sax bû.
Xaltîka Şahide Gürbüza ku li Elazığê dijî beriya 2 hefteyan bi şewba koronayê ketibû û tedawiya wê li malê dihat kirin.
Xaltîka Şahîde ya ku di heyata xwe de tenê carekê çûye nexweşxaneyê nexweşiyê ji ser xwe avêt û jê xilas bû.
Kurê wê dibêje; “Dayika min heta 100 saliya xwe li gund, xwarin û vexwarinên organîk xwariye.”