Uğur Can, elezîzî ye û zarokekî 14 salî ye. Bi saya xwîşka xwe meraqa wî li ser kişikê çêbûye. Ûğûr, di vî temenê xwe de 45 madalya û 18 kûpa qezenc kirine.
Bi saya xwîşka, meraqa wî li ser kişikê çêbû.
Ûğûr Can, di 8 saliya xwe de dest bi lîstina kişikê kiriye û heta niha beşdarî gelek tûrnûva û pêşbirkan bûye.
Di vî temenê xwe yê biçûk de 45 madalya û 18 kûpa sitandine.
Her wiha, meha borî li Antalyayê jî beşdarî “Şampiyoniya Kişikê ya Tirkiyê” bû û bi ser ket.
Zarokê zîrek, niha di Tîma Netewî ya kategoriya Ciwanên 14 salî de ye.
Ûğûr dixwaze, di olîmpiyatên Navneteweyî de Tirkiyê temsîl bike.
Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 16:41