Di 58 saliya xwe de lîsansa bilind qedand

Li Mûşê, xwendekarekî 58 salî heye ku ew him ji bo ciwanan him jî ji bo extiyaran mînak e.

Di 58 saliya xwe de lîsansa bilind qedand

Yaşar Özden 58 salî ye, 7 zarok û 9 nevıyên wî hene. Özden, lı zanîngeha muş alparslanê, dı beşa sıyaset û rêvebırıya kamuyê de, lîsansa bılınd qedand. Ew nıha jî dıxwaze jı bo doktorayê serî lı zanîngehê bıde.

Li Mûşê, xwendekarekî 58 salî heye ku ew him ji bo ciwanan him jî ji bo extiyaran mînak e.

Yaşar Özden, ji ber feqiriyê piştî dibistana seratayî nexwend. Lê eşqa wî ya xwendinê her dewam kir.

Wî ji derve lîse qedand û pişt re jî dest bi zanîngehê kir.

Özden di 58 saliya xwe de, di beşa kamuyê de lisansa bilind qedand û belgeya xwe stend.

Özden niha jî amadehiyan dike ku ji bo doktorayê serî li zanîngehe bide.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE