Di 6 salan de 50 hezar pêlav belav kirin

Bi saya parvekirinên li ser medyaya civakî gelek kes jî piştgiriyê didin.

Di 6 salan de 50 hezar pêlav belav kirin

Bi xwe jî bê dê û bav, di wargeha zarokan de mezin bû. Kadir Özdemirê 31 salî ji bo ku tu zarok bê pêlav nemînin gund bi gund digere. Di 6 salan de ji 50 hezar zarokî re pêlav kirîne.

Ew baş dizane ku tunebûn, xizanî û neçarî çi ye.

Ji bo vê yekê jî ev 6 sal in di riyan de ye; diçe kîjan gundî li zarokan pêlavan belav dike.

Kadir Özdemir di wargeha zarokan a dewletê de mezin bûye.

Hesreta wî ya ji bo dê û bavê wî, qet derbas nebûye.

Wî jî xwe daye vê riyê, ji bo ku zarokan bikenîne xêran dike.

Ciwanê 31 salî him bi derfeta xwe him jî bi piştgiriya xêrxwazan heta niha li 50 hezar zarokî pêlav belav kirine.

Di vê sir û seqemê de, zarokên ku botên xwe yên germ li xwe dikin gelek ji vî ciwanî xêrxwaz re gelek diayan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE