Di 65 saliya xwe ket zanîngehê

Ayşen Xanim ji derve lîse qedand û beşa zanista siyasetê qezenc kir

Di 65 saliya xwe ket zanîngehê

Ayşen Arda İşçi ji Selîmê ya Karsê ye. Wê par lîse ji derve xilas kir û ji bo ezmûna zanîngehan dest bi xebatan kir. Ayşen xanim di 65 saliya xwe de zanîngeh qezenc kir. Niha li zanîngeha Kars Kafkasê, di beşa Zanista Siyasetê de xwendekar e.

Ayşen Arda İşçi li Selîma Karsê rûdine. Wê 4 sal beriya vê ji bo ku piştgiriye bide îstihdama jinan Kooperatîfa Pêşxistina Çandiniyê ya Jinan ava kir.

Ayşen Xanim got,”Dema ez hatim Karsê, min got bila jin bixebitin keçik jî bixwînin. Me bi navê "Siltanên Axê" kooperatîfek ava kir. Bi saya wê xebatê gelek jin bûn xwedî kar.”

Ayşen Xanim li aliyekî bi xebatên kooperatîfê re mijul bû li aliyê din ji derve lîse xwend.

Wê par lîse qedand û dîplomaya xwe stand. Pişt re jî ji bo ezmûna zanîngehan dest bi xebatan kir.

Îsal beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Karsê qezenc kir û qeyda xwe çêkir.,

Ayşen Xanim wiha dewam kir: ”Ez 65 salî me. Ger mirov bawer bike dikare di 65 saliya xwe de jî bibe xwendekarê zanîngehê. Ez pir bi kelecan im. Ji bo xwendinê sal û emir ne girîng in.”

Ayşen Xanim dibêje ji bo ku welatê me pêş ve biçe, divê malbat keçikên xwe bidin xwendin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE