Di 82 saliya xwe da dest bi xwendina Qur'anê kir

Naîde Karakoyun a 82 salî ku li Bulanikê rûdinê beşdarî qursa bi piştevaniya Qeymeqamtiyê hat vekirin bû û li wir hînî Qur'an xwendinê bû

Di 82 saliya xwe da dest bi xwendina Qur'anê kir

Li Bulanika navçeya Mûşê Naîde Karakoyun a 82 salî çû qursa ku bi piştevaniya Qeymeqamtiya Bulanikê va hat vekirin bû di vî emrê xwe da hînî xwendina Qur'anê bû.

Karakoyuna li navçeyê dijî û 8 zarok û 20 neviyên wê hene çû qursa Qur'anê ya ku ADEMê vekir. Digel emrê xwe yê pîr ji taqetê neket û dest bi hînî xwendina Qur'anê kir.

Pîrikê diyar kir ku wê her tim dixwest hînî xwendina Qur'anê bibe û ji ber vê daxwazê digel emrê xwe biryar da û beşdarî qursê bû.

Karakoyunê destnîşan kir ku ew piştî hînî xwendina Qur'anê bû her hefte diçe goristanê û li ser gorê miriyên xwe ji wan ra dixwîne û wiha pê da çû: "Min berê qet nizanibû bixwînim. Lê di demeke kurt da ez hîn bûm. Ji bilî vê jî hin agahiyên min ên di qada baweriyê da ez hîn dibim. Ez dixwazim bila jin bên van qursên hanê û ji xwe ra hîn bibin. Lewra di wextê me da derfetên wiha tunebûn û îro heye lazime mirov jê îstifade bike."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE