Mehmet Şerif Karahanê ku li Gevera Hekariyê dijî, di salek û nîv de ji xwe re wesaîteke nû çêkir. Wesaîta ku bi 40 hezar lîreyî hat çêkirin, dikare saetekê de 150 kîlometre rê biçe.
Ji bo piştgiriya hilberîna xwemalî di salek û nîv de wesaîteke balkêş çêkir.
Mehmet Şerif Karahanê ku li Geverê dijî di 18 mehan de wesaîtek çêkir û ji bo ceribandinê ji atolyeyê derxist.
Wesaîta ku li ser riya Esendereyê hat ceribandin, bi 20 lître benzînê 150 kîlometre rê diçe.
Karahan dibêje: “Derfet hebe ez ê wesaîteke mezintir û moderntir çêkim.”
Wesaîta wî di saetekê de dikare 150 kîlomitro rê biçe.