Di berfê de xwedîkirina heywanan

Gundiyên Yukariyongaliyê di nava berfê de êm didin heywanên xwe

Di berfê de xwedîkirina heywanan

Li deverên bilind ên Mûşê berfeke xweş hat. Lê berfê bi xwe re gelek zor û zehmetî jî anîn. Bi taybetî jiyana welatiyên ku heywanan xwedî dikin gelek zehmet bû.Li gundê Çengilî yê Mûşê jî heywandar rastî wan zehmetiyan hatin.

Pêşî di nava berfê de diçe ji nava komê gihayê hişk tîne, paşî li rastê belav dike, herî dawî jî pez û dewaran berdide serê.

Ev dîmen ji gundê Çengilî yê Mûşê ne.

Bi hatina berfê re jiyana gundiyan zor û zehmet bû.

Bi taybetî welatiyên ku heywanan xwedî dikin di zivistanê de gelek dixebitin.

Xwediyên heywanan ji bo êm bidin heywanên xwe berê sibê zû radibin û amadehiyê dikin.

Gundiyên Çengilî dibêjin heta Adarê dê berf li erdê be û wê bi vî awayî heywanên xwe xwedî bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE