Di bernameya taştêya Wanê de li hev civiyan

Şaredariya Payîzavayê ji bo ciwanan bernameyeke taştêyê amade kir.

Di bernameya taştêya Wanê de li hev civiyan

Wekî ku tê zanîn taştêya Wanê pir bi nav û deng e. 6ê hezîranê wekî Roja Taşteya Cihanê tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Payîzavaya Wanê, ji bo ciwanan çalakiyek li dar xist. Ciwanan him bi hev re taştê xwar û him jî kêf û sohbet kir.

Taştêya Wanê…Rûnê nivîşk, hingiv, penîrê bisîrik, hêk û zêdetirî 20 cure xurekên herêmê…

6ê Hezîran wek roja Taştêya Cihanê tê qebûlkirin.

Şaredariya Payîzavaya Wanê jî bi vê boneyê ji bo ciwanên navçeyê bernameyeke taşteyê amade kir.

Eleqeya ciwanan a ji bo vê çalakiya rengîn zêde bû.

Ciwanan him bi hev re taştêya Wanê xwar him jî bi têra dilê xwe çalakiyên cûrbicûr li dar xistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE