Evdirehman Tekîn li Gevera Colemêrgê pêlavan tamîr dike. Avahiya ku dikana wî tê de bû di çarçoveya veguherîna bajêr de hat hilweşandin. Ew jî niha karê xwe di bin çadirekê de dike. Ji rayedaran ji bo karê xwe cihekî dixwaze.
Evdirehman Tekîn ji Gevera Colemêrgê ye. 66 salî ye û bi tamîra pêlavan li 23 zarokên xwe dinêre.
Avahiya ku dikana Evdirehman Hoste tê de bû di çarçoveya veguherîna bajêr de hat hilweşandin.
Piştî hilweşîna avahiyê Evdirehman Hoste li derve ma. Wî jî bi brandayê ji xwe re cihekî tamîrê çêkir.
Niha di bin çadirekê de karê xwe dike û pêlavan tamîr dike.Hosteyê pêlavan ji rayedarên bajêr dixwaze cihekî bidin wî.