Li Sarıkamışa Karsê hewa di bin sifirê de 35 pile sar e. Ji ber sermayê hewzên tesîsên masiyan jî dicemidin. Di van rojên sar de, xebatkarên tesîsê bi zehmetiyên mezin masiyan digirin.
Ewilî cemeda li ser avê dişkînin, pişt re masiyên di hewz de digirin.
Ev der li Sarıkamışê, li kêleka Çemê Kewan, tesîseke masiyan e.
Bi şev hewa di bin sifirê de heta 35 pileyan sar bû serê ava hewzan cemed girt.
Tesîsa masiyan li navçeya herî sar ê herêmê, li cihekî bilind hatiye avakirin.
Li virê şixul çiqas zehmet bi jî, xebatkar şikir dikin û li pey nanê xwe ne.