Di Çemê Botanê da kêfa kanoyê

Li Siirtê Çemê Botanê ku dikeve hewzeya gola Bendava Ilisu Veysel Eroglu, hezkiriyên kanoyê diezimîne.

Di Çemê Botanê da kêfa kanoyê

 Li Siirtê di Çemê Botanê da ku dikeve hewzeya gola Bendava Ilisu Veysel Eroglu ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da hat çêkirin, çalakiya kanoyê tê lidarxistin.

Li hewzeya gola Bendava Ilisu Veysel Eroglu ku di çarçoveya GAPê da hat çêkirin, piştî ku av heta astekê tijî bû, dîmena hewzeyê guherî û xweş bû. Bi vê yekê va eleqeya ji bo Çemê Botanê ku ji Parqa Neteweyî ya Geliyê Botanê ra derbas dibe jî zêde bû.

Li bajarê ku behra wê tuneye, ziyaretvan bi tûrên tekneyê va kêfa Geliyê Botan dikin û her wiha ji xwe ra kanoyê jî dikin.

Alîkarê Serokê Kuluba Werzişên Xwezayê ya Diyarbekirê Nurullah Ez got ku ew ligel hevalên xwe hatin dîtina Çemê û Geliyê Botanê.

Eza diyar kir ku tecrubeya wan a kanoyê heye û wiha dewam kir:

"Tecrubeya me ya vê derê hem ji hêla bayê û hem ji hêla asta avê ji ciyên din pir cuda ye. Ji xeynî van, bedewiyeke wê ye newaze jî heye. Ez bangî hemû xwezahezan dikim ku bên dîtina vê derê."

"Ciyên pir xweş hene ku li benda dîtinê ne"

Serokê Komeleya Kuluba Hewageriyê ya Diyarbekirê Hasan Arzakçi jî destnîşan kir ku wan li Geliyê Botan rojeke cuda derbas kir û wiha dewam kir, "Ev der ciyekî pir xweş e û ez herkesî dawetî vê derê dikim. Veguhestina vê derê wekî parqa neteweyî tiştekî zehf baş e û hêviyê dide. Ciyên pir xweş hene ku li benda dîtinê ne. Ji şikeftan bigire, heta ciyên seba kanoyê."

Arzakçi her wiha bal kişand ku herêm seba kampê jî guncan e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE