Di Çemê Qeresuyê da masiyê 83 kîloyî girtin

Di Çemê Qeresuyê yê li Erzincanê da masiyê limûzirav yê 83 kîloyî hat girtin

Di Çemê Qeresuyê da masiyê 83 kîloyî girtin

Di Çemê Qeresuyê yê li Erzincanê da masiyê limûzirav ya 83 kîloyî hat girtin.

Serdar Mercanê 42 salî yê li navçeyê masîgiriyê dike dema li Çemê Qeresuyê masî digirt masiyekî limûzirav bi nîkê tayê wî girt.

Mercan kêmzêde saet û nîvekê li ber xwe da û masiyê 83 kîloyî yê bejna wî 180 santêm bû girt.

Li bazara şemiyê ya li Yenîmeheleya navenda bajêr kîloya masî bi 40 lireyî difroşin û welatî eleqeyeke mezin nîşanî masî didin.

Mercan daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku bi salan e masiyan digre û wiha axivî: "Ji bo ku masiyê limûzirav bigrim min gelekî li ber xwe da û girt. Vê gavê rekora Erzincanê di destê min da ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE