Di germa havînê de keviran derdixin

Li Ahlatê karkerên keviran di germa havînê de keviran ji kanzayê derdixin.

Di germa havînê de keviran derdixin

Ahlata Bîtlîsê xebatkarên kanzaya kevıran dı germa tîrmehê de jı bo debara mala xwe dıxebıtın. Lı herêmê kevırên Ahlatê navdar ın û gelek welatî jı bo çêkırına xanıyên xwe wan kevıran dıkırın.

Di germa Tîrmehê de li ser keviran dixebitin.

Pêşî bi mîx û manêreyan dişikînin, paşê li kamyonan bar dikin û difiroşin.

Ev wêne ji kanzaya keviran a li Ahlata navçeya Bîtlîsê ne.

Li herêmê kevirên Ahlatê ji bo çêkirina xaniyan tên bikaranîn.

Ji ber vê jî gelek welatî tevî germa Tîrmehê jî di kanzaya kaviran de ji bo debara mala xwe dixebitin.

Welatiyek dibêje ku xaniyên bi kevirên Ahlatê tên çêkirin havinan hênik û zivistanan jî germ in.

Her wiha kevirên Ahlatê him ji bo dekorasyonê, him ji bo çêkirina minareyan, him jî ji bo çirik û goristanan tên bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE