Ji bo destê xwe li ber xelkê venekin, di hewşa xwe de çandiniyê dikin. Li Mûşê hevserên hev Tevfik û İpek Tunça, di hewşa xwe de çandiniyê dikin, bi saya mêwe û sebzeyên ku diçînin jî debara mala xwe dikin.
Ji bo mihtacê kesekî nebin, di hewşa de çandiniyê dikin.
Tevfik Tunçê 80 salî û xanima wî İpek Tunça 60 salî, ji bo debara xwe bikin û destên xwe li ber kesekî venekin, di hewşa xwe de sebze û gihayan diçinînin.
Sebze û şînkayiya ku diçinîn jî him difiroşin cîranên xwe, him jî difiroşin dikan û marketan.
Malbata Tunç dibêje: “Hemd ji Xwedê re, qezenciya me têra me dike. Lewra em qet mihtacê kesekî nabin.”