Emîn Bîlenê kaşûnhez ê Vanî piştî berfa ku çend roj in li Vanê barî, kapek pişta texsiyê va girêda û xwe bi kap va kir û di kolanan da snowboard kir.
Bîlenê kaşûnhez li ser berfa ku hefteyek e li Vanê bê navber dibare, çalakiyeke cuda kir.
Bîlen kincê xwe yê şiqitandinê li xwe kir, kapek paşiya texsiyê va girêda û li ser snowboardê xwe bi kap girt û şiqitand. Şêniyên taxê bi têlefonên xwe dîmena Bîlen kişandin.
Bîlen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 10 sal e bi sporên ekstrem ra mijûl dibe.
Bîlen diyar kir ku wî xwest berfê têxe firsend û xwe bişiqitîne û wiha dewam kir, "Min kapek paşiya erebeyê va girêda, tevdîra xwe hilda û di kuçeyan da snowboard kir. Pir xweş bû. Em di nav taxê da zêde bi lez naçin. Min berê di têlevîzyonê da jî snowboarda paşiya erebeyê dîtibû û min xwest ez jî li Vanê bikim. Kesên dibînin ku ez di kolanê da xwe dişqitînim, şaş û metel dimînin. Hin kes di paceyan da destê xwe ji min ra ba dikin, bertek xweş dibînim."
Bîlen got: "25 sal e li Vanê qasî îsal berf nebarîbû. Me ev kir firsend. Pir xweş e, çalakiyeke tijî aksiyon e. Berf ji bo hinekan tengasî ye ji bo me jî bû kêf û zewq."
AA