Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa ku berêvarê dest pê kir navçeyê spî çil kir.
Li navçeya ku germahiya hewayê di bin sifirê da ye berfê ji nişka va dest pê kir û ser rê û nebatan da girt.
Ji niştecihên bajêr Ahmet Demirciyê ku berfa li ser wesayîtan paqij kir got ku berfa ku di rojên dawîn ên meha nîsanê da barî ew metel hiştin. Demircî got ku "Dîsa di 25ê nîsanê da li Sariqamîşê berf barî. Lepelep berf dibare, em jî erebeyên xwe paqij dikin. Her der spî bûye, bawerim dê barîna berfê bidome."
Metîn Yanar jî got ku "Ez diçûm ku komirê bînim, her der spî bibû û ez mat mam. Ev der Sariqamîş e li vir di meha gulanê da jî berf dibare."