Li herêma Rojhilatê sifreyên fitar û paşîvê ji goştê qazan, şilek û kadeyan xalî namînin.
Li Akyaka navçeya Karsê ku tendûr zêde tê emilandin jinên li navçeyê tên bal hev û bi pergala zibareyê ya sedan sal e dewam dike alî hev dikin.
Jinên li gundê Camuşluyê nava rojê tendûran dadidin û milê xwe dikin milê hev û qetmer, kade, şilek, nanê tendûrê lêdixin û di nav agirê tendûrê da jî goştê qazan dipêjin û ji bo fitar û paşîvê amade dikin.
Kevaniyên li gund ji dadana tendûrê bigir heta hevîrkirin û pêjandinê di hemû karan da alî hev dikin. Di tendûrê da ewilî nan û kade tên çêkirin û paşê jî xwarinên herêmî tên pêjandin.
Di meha Remezanê da sifre bi xwarinan şên dibin
Ji gundiyan Zekiye Yilmazê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew di meha Remezanê da girîngiyê didin xwarinan û sifreyan xalî nahêlin û wiha pê da çû: "Em ewilî nan û kadeyan li tendûrê dixin û paşê jî di nav agirê wê da xwarin çibe dipêjin. Em kadeya Karsê ji rûnên nivîşkî yên ji heywanên li zozanan çêriyane hevîr dikin. Tehma wê helbet xweş e û em wan bi rûnê nivîşkî, şîr û hêkên siruştî va hevîrê wê dikin. Em di tendûrê da goştê qazan jî dipêjin."
Antîka Gegozê jî destnîşan kir ku li gund jin tên bal hev û bi zibareyê nan li tendûrê dixin kadeyan çêdikin û lewra kade di meha Remezanê da merivan têr digre."
AA