Şaredariya Sêrtê di meha pîroz de malbatên hewcedar û xwendekar tenê nehiştin. Şaredariyê zêdetirî li 250 malbatên hewcedar û xwendekarên biyanî her êvar xwarina fitarê belav dike. xebatkar mal bi mal geriyan û koliyên wan teslîm kirin.
Bi hatina meha rehmet û bereketê alîkariyên ji bo hewcedaran zêdetir bûn.
Şaredariya Sêrtê jî di Remezanê de hewcedar tenê nehiştin.
Şaredariyê malbatên hewcedar tespît kirin, ji bo wan xwarina fitarê hat çekirin.
Xebatkarên Şaredariyê mal bi mal li hewcedaran xwarin belav kirin
Ekîban xwendekarên biyanî yên li bajêr jî jibîr nekirin.
Ji bo xwendarkarên biyanî, koliyên remezanê amade kirin û li wan belav kirin.
Rayedarên şaredariyê dibêjin wê alîkarî di tevahiya Remezanê û Cejnê de jî dewam bike.