Di nav 2 mehan da 34 hezar û 500 kesî Xirbeyên Aniyê ziyaret kir

Bajarê Qersê rawestgeha dawîn a Trena Expresê ya Rojhilatê û Expresa Rojhilatê ya Turîstîk e, bi Gola Çildirê û Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê va jî her tim balê dikşîne. 

Di nav 2 mehan da 34 hezar û 500 kesî Xirbeyên Aniyê ziyaret kir

Xirbeyên Aniyê yên li Qersê ku di Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da ye ji hêla hezarangeştiyaran va tê ziyaretkirin, di nav 2 mehan da 34 hezar û 500 kes hatin dîtina vê derê.

Qers ji ber qismeke mezin a salê di bin berfê da dimîne û ji hêla xweza û çandê va dewlemend e her demsal mazuvaniya turîstan dike.

Bajarê Qersê rawestgeha dawîn a Trena Expresê ya Rojhilatê û Expresa Rojhilatê ya Turîstîk e, bi Gola Çildirê û Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê va jî her tim balê dikşîne. 

Bajarê jê ra dibêjin "Navenda Medeniyetan", "Bajarê Dinyayê", "Hezardêr" û "Bajarê Çilderî" dixwaze salane mavuzaniya milyonek turîstan bike ku Xirbeyên Aniyê jî yek ji wan cihên qedîm ê Qersê ye.

Aniya ku ji gelek şaristaniyan ra mazuvanî kiriye di 15ê Tîrmeha 2016an da hildan Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê û ew her tim ji hêla turîstên herêmî û biyanî va tê ziyaretkirin.

Di 2021î da ji ber vîrusa koronayê Anî 4 mehan girtî ma, lê dema vekirîbû ji hêla 66 hezar û 200 kesan va hat ziyaretkirin.

Îsal jî di nav du mehan da 34 hezar û 500 kes hatin ziyareta Xirbeyên Aniyê.

- "Anî cihekî pir balkêş e"

Ulku Yuksela ji Enqereyê hatiye Aniyê got ew cara ewil e tê vê derê û wiha axivî: "Min nizanibû ev der evqas mezin e. Ez gelekî cihên dîrokî geriyam lê ev der ji cihên din cudatir e. Anî cihekî pir xweş û balkêş e. Em nêzîkî asîman in wek ku em ê destê xwe bidin ewran. Kesên nehatibin vê derê bila teqez bên û bibînin. Li Qersê gelek cihên divê bên dîtin hene."

Ziyaretvan Mîkaîl Ayaz jî got ew bi şans in ku li Qersê cihekî wiha heye û wiha got: "Ez li Qersê dijîm. Dema wextê min hebe ez li herêmê cihên dîrokî û çandî digerim. Anî di nav wan cihên ez herî zêde hez dikim da cih digire."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE