Di nav 4 mêtre berfê da operasyona xilaskirina nexweşekî

Li Ahlata navçeya Bitlisê rêya gund ji ber berf û bagerê hat girtin ekîbên UMKEyê Alî Kemal Hançayê 15 salî yê li gund nexweş ketibû piştî hewleke mezin rakirin nexweşxaneyê.

Di nav 4 mêtre berfê da operasyona xilaskirina nexweşekî

Hançayê li gundê Serinbayırê yê 35 kîlomêtre li dûrî navçeyê nexweş ket ji ber şert û mercên hewayê nikaribû here nexweşxaneyê li ser vê ji rayedaran alîkarî xwest.

Li ser îxbarê ekîbên UMKEyê ambûlansa bi palet li Tirê siyar kirin û derketin rêya gund. Ekîb li bintara çiyayê Nemrûdê li ambûlansa bi palet siyar bûn û ber bi gund hereket kirin, li herêma qalindahiya berfa wê digihîşt 4 mêtreyan di berfê da çik bûn û man.

Li herêmê germahiya hewayê di binê sifirê da 20 pile bû ekîban bêr û mer dan destê xwe û ambûlans ji berfê xilas kirin, piştî xebatên 6 saetan li ber xwe dan hatin gund.

Piştî midaxeleya ewil nexweş li ambûlansa bi palet siyar kirin û hetanî ber ambûlansa li rêbejayê sekinîbû birin, lê kirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ahlatê.

Eren Akmanê doxtorê 112ê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser îxbarê bi ambûlansa bi palet derketin rê.

Akman diyar kir ku piştî xebata 6 saetan li ber xwe da gihîştin gund û wiha pê da çû:

"Ji ber ku li ser rê berf zêde hebû am qasî demekê asê man. Ambûlans di berfê da çik bû, me bi bêran pêşiya wê vekir û derxist. Herî dawîn em gihîştin nexweşê xwe. Piştî midaxeleya ewil em teslîmî abûmalnsa li rêbejayê kir. Gund li guntara Çiyayê Nemrûdê ye. em ji 3-4 mêtre berfê derbas bûn. Hevalên me hewleke mezin dan. Ji ber hewla wan ji wan ra sipas dikim."

Hîkmet Hançayê bavê Alî Kemal jî diyar kir ku nexweşiya bayê bi kurê wî ra heye, xeber dan ekîban ew jî bi ambûlansê hatin alîkariyê û midaxele kirin.

Hança ji ber eleqeya nîşan dan ji wezifedarên tenduristiyê ra sipas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE