Di nav berf û bahozê de dixebitin

Ji bo xelkê Bitlisê bê ceyran nemîne bi şev û roj hewl didin...

Di nav berf û bahozê de dixebitin

Li Bitlisê berfeke zêde heye. Ji ber vê carna ceyran qut dibe û xelk di tariyê de dimîne. Ekîbên şîrketa ceyranê ji bo xelkê herêmê bê ceyran nemîne û zehmetiyan nekişîne, bi şev û roj di nav berf û bahozê de karê xwe dikin.

Ji bo ceyrana xelqê qut nebe, di bin berf û baranê de bi şev û roj dixebitin.

Ekîbên şîrketa ceyranê, ji bo xelkê Bitlisê di sersalê de bê ceyran nemîne, bi her awayî amade bûn.

Ji ber ku ceyrana hin gundan qut bûbû, ekîban ji dest ve mudaxele kirin.

Piştî xebateke dûvûdirêj ceyrana gundan hat girêdan û xelk ji tariyê xilas bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE