Çermûka Diyarbekirê, bi newalên xwe yên kûr û çiyayên bilind herêmeke ji bo siruşthezan bêhempa ye. Walî, parlamenter û bi dehan werzîşkar ji bo balê bikişînin ser vê siruştê meşek li dar xistin. Gol, şelale û newalên gundê mîyalan û derdora wê hêjayî dîtinê ne.
Çermûka navçeya Diyarbekirê bi siruşt û tebîeta xwe cihekî nenas û nuwaze ye.
Payîza paşîn jî pelên daran rengorengo kirine û siruşt kiriye mîna tabloyekê.
Di pêşengiya rayedaran de ji bo bala mirovan were ser vê devera xweş meşeke tebîetê hat lidarxistin.
Meş di navbera şelaleya Miyalan û ya Şêxanê de hat kirin.
Li aliyekî çem û daristan, li aliyekî jî şîpên bilind dîmenên rengîn derxistin holê.
Di vê meşa siruştê de walî û parlamenter jî di nav de bi dehan werzişkar û siruşthez jî hebûn.
Gundiyên deverê jî dixwazin ev der ji bo turîzmê werin naskirin.
Ji bo dever bê naskirin û li deverê veberhênan bên kirin xebatên walîtî û şaredariyê didomin.