"Di nav hefteyekê da ji 30 cureyî nêzî 2 hezar çûk me tespît kir"

Gola Kuyucukê ya li ber ziwabûnê bû bi saya ava lê hat zêdekirin ji nû va mêvanên xwe diezimîne

"Di nav hefteyekê da ji 30 cureyî nêzî 2 hezar çûk me tespît kir"

 Gola Kuyucuk a ku havînê bi tevahî ziwa bûbû û bi hatina payîzê va ji ber baran û ava sondajê ji nû va avê digire û hêdî hêdî çûk, heywan û rewilan jî li ser û ber xwe diezimîne.

Cihê Gola Kuyucukê lê ye li Tirkiyeyê wek Qada 13mîn a Ramsayê tê hesibandin û evder bi taybetî jî bi Peymana Ramsarê tê parastin.

Gola li Arpaçay a navçeya Qersê yê li Herêma Rojhilatê Qada Yekemîn û li Tirkiyeyê jî Qada 13mîn a Ramsarê ye.

Gola Kuyucukê di salên 2019 û 2020î da bi tevahî ziwa bûbû û Walîtiya Qersê ji bo av li golê zêde bibe xebatên sondajê dabû destpêkirin lê digel vê ji ber ku welatiyan heywanên xwe li wê derê dianîn ser avê gol îsal jî havînê bi tevahî ziwa bûbû.

Ji ber ziwabûnê jî li ser golê xebatên sondajê ji nû va hatin kirin û ji aliyekî va jî baran barî û di golê da av hêdî hêdî kombû û li ser vê jî çûkên berê xwe dabûn deverên din vedigerin ser qada golê.

Koordînatorê Zanista Komeleya Bakurê Rojava Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo gol ziwa nebe hewl didin.

Çoban destnîşan kir ku ji ber hişkayî û germahiya zêde gol ziwa bû û wiha domand: "Îsal ne berf ne jî baran bi qasî em li bendê bûn nebariyan. Germahiya hewayê li herêmê ji ber ku ji 30 pileyî zêdetir bû jî gol demildest ziwa bû. Gola Kuyucukê ji ber vê jî bi tenê bi saya ava bi sondajê dihat derxistin va ziwa nedibû."

- "Di nav hefteyekê da ji 30 cureyî nêzî 2 hezar çûk me tespît kir"

Çoban destnîşan kir ku bi nêzbûna zivistanê va rewş digûhere û wiha domand: "Bi hatina payîzê va bi taybetî di du hefteyên dawîn ji ber barana zêde ava golê zêde bû. Av jî lê hat zêdekirin û bi vê sayê hejmara çûkên koçî vê deverê kirin zêdetir bû. Li Kuyucukê di nav hefteyekê da ji 30 cureyî nêzî 2 hezar çûk me tespît kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE