“Di otobusê de pirtûkan bixwînin”

Platforma Xwendina Pirtûkan, pirtûk danin nav otobusan

“Di otobusê de pirtûkan bixwînin”

Ji zarokan bigrin heta mezinan di destê her kesî de telefonên biaqil hene û tim pê mijûl dibin. Şaredariya Batmanê û platforma xwendina pirtûkan jî bi hevre çalakiyek çêkirin û gotin: “di otobûsan de pırtûk bixwînin!”

Pirtûkên xwe bi xwe re anîn û yeko yeko aliqandin nav otobûsê.

Pişt re jî hemûyan bi hevre pirtûk xwend.

Ciwanên Platforma Xwendina Pirtûkan bi piştgiriya Şaredariya Batmanê çalakiyeke balkeş li dar xist.

Endamên platformê ji bo bala welatiyan bikşînin ser xwendinê û ji bo rêwiyan kitêb danîn nav otobusê.

Kêfa welatiyan pir hat û gotin : “şûna ku em bi telefonê mijûl bibin me pirtûk xwend”

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE