Di remezanê de xwarinên herêmî

Li Mardinê lokanta zêdetir ji bo sîparîşên Şemborekê dixebitin

Di remezanê de xwarinên herêmî

Di rojiya remezanê de, ji bo fitarê xelk zêdetir xwarinên ku pê têr dibin û birçî nakin tercîh dikin. li Mardinê jî ji ser sifreyan şemborek kêm nabe. li Siirtê jî xelk zêdetir xwarina navdar a herêmê buryanê dixwin.

Îsal jî di remezanê de xwarinên xweşik ên herêmî li ser sifreyan e.

Li Mardinê di Remezanê de hema hema li ser her sifreyê Şemborek heye.

Xwarina taybet a herêmî herî xweş di tenûrên mezin de dipije.

Ji bona vê jî li bajêr, karê lokantayan beriya fitarê zêde dibe.

Di remezanê de lokanta li ser sîparîşan Şemborekan çêdikin û bi xwe dibin malan.

Li Siirtê jî xwarina navdar a herêmî; parêv ango Buryan di rojiya Remezanê de gelek tê xwarin.

Ji ber ku çêkirina wê zehmet e û divê di tendûrên taybet de bê çêkirin, xelk zêdetir ji lokantayan sîparîş dikin.

Lokantayên navdar ên bajêr ji bo buryana Siirtê ji derveyî bajêr jî sîparîşan digirin.

Heta Malatya, Diyarbakır û Batmanê jî sîparişan dişînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE