Di rezên nîvqirnî yên Îdirê da bereketa tiriyan

Tiriyên ku hersal ber bi dawiya îlonê tên berhevkirin û bi piranî di piyaseya navxweyî da tên xerckirin, îsal li bendê ne ku di ser 100 da rekolte were bidesxistin.

Di rezên nîvqirnî yên Îdirê da bereketa tiriyan

Li Îdirê berhevkirina tiriyên rezên nîvqirnî dest pê kir.

Li Îdirê ku ji ber ciyê wê yê coxrafî û avûhewaya wê gelek sebze û fêkî lê hêşîn dibe, rezên tiriyan jî xwedî ciyekî girîng in.

Li bajêr tiriyên cur be cur ên rezên nîvqirnî di nava gel da wekî elheqî, misqalî, asgerî, gihançêlek, kişmişî û haçabaş tên binavkirin.

Tiriyên ku hersal ber bi dawiya îlonê tên berhevkirin û bi piranî di piyaseya navxweyî da tên xerckirin, îsal li bendê ne ku di ser 100 da rekolte were bidesxistin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Ozkan Yolcu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, berê li bajêr di rezên bi ber û bereket da tirî bi rêjeyeke zêde dihatin hilberandin.

Yolcu bal kişand ku berhevkirina tiriyên îsal dest pê kir û wiha dewam kir:

"Li tevahiya bajêr bi qasî 90 dekarî rezên me yên tiriyan hene. Bi piranî cureyên xwemalî tên hilberîn. Serê dekarê bi qasî 1200 kîlogram ber û berhem tê hildan. Em li benda di ser 100 tonî da rekolteyê ne. Ev tirî di piyaseya navxweyî da tên xerckirin."

Yolcu diyar kir ku bajêr di warê cureyên tiriyan da dewlemend e, rezên li bajêr kevn in û wiha dewam kir, "Cureyên tiriyên vir li deverê û li herêmê tên tercihkirin. Hin rezên li vir 50 salî ne. Aliyê din Ermenistan e, ji wê wê da jî Nexciwan e. Ev herêm berê tev rezên tiriyan bûne. Ber û berhema wê jî pir baş e, tam û aromayeke wê ye resen heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE