Li Vanê beriya çend rojan hin kesên nediyar darên li parkê jê kiribûn û avêtibûn nava Behra Vanê. Aktîvîstan di roja newrozê de li heman cihî şitlên nû danîn.
Kesên ku dijminê daran e darên li parkê jê kirin û avêtin nava behrê. Jîngehparêz ji vê yekê zafa ciz bûn û bertek nîşan dan.
Piştî bûyerê aktîvîstên behra Vanê û endamên klûba bisikletê ya pedalşorê bi hev re organîzasyonek li dar xistin.
Parlamenterê Vanê yê Ak Partiyê Abdulahat Arvas jî beşdarî wan bû û li cihê ku dar hatine jêkirin bi hev re şitl danîn.
Çalakgeran ji bona danîna daran bi taybetî roja Newrozê hilbijart û bi hev re gelek şitl danîn.