Di meha remezanê de li bazaran danûstendina şîraniyan jî zêde dibe. Li Siwêrega Rihayê xelk ji bo şîraniya fitarê dikevin dorê.
Di meha remezanê de piştî fitarê dilê xelkê zêdetir diçe şîraniyan.
Lewma xelk li ber dikan û dezgeyên şîraniyan dikevin dorê.
Xelkê Siwêregê jî beriya fitarê diçin bazarê û ji bo êvarê şîraniyên xwe dikirin.
Îsal li hêla Siwêregê bihayê şîraniyan di navbera 10 û 15 lîreyan de ye.