Li Mûşê, xwendekarên Îmam Xatîbê yên ku ji gundan tên, her roj di servîsê de pirtûkan dixwînin. Bı saya vê zarok, di rê de jî mijar û meseleyan hîn dibin.
Li Mûşê, xwendekarên ku mala wan li gund e, her roj bi servîsan diçin dibistanên xwe.
Hin ji wan her roj 40 deqqe, heta seatekê di rê de dimînin.
Mamosteyên Lîseya Îmam Xatibê, ji bo ku xwendekar di rê de bi tiştên bêkêr mijûl nebin, pirtûk danîn servîsan.
Bi saya vê projeyê zarokan ji xwendinê hez kir.