Di şewbê de xwedî li heywanan derdikevin

Di qedexeyên derketina derve de ji bo heywan birçî nemînin hewl didin.

Di şewbê de xwedî li heywanan derdikevin

Di şewba koronayê de wexta ku qedexeya derketina derve heye, bi taybetî ji bo heywanên li kuçe û kolanan xwarin hewce ye. Kesên dildar ji bo ku ew birçî nemînin hewl didin.

Welatî di qedexeyan de heywanên li kuçe û kolanan ji bîr nakin.

Li Xelata navçeya Bitlisê Uğur Avcıyê 21 salî yê astengdar bi kursiyê xwe yê bi aku, li bajêr digere û heywanên bêxwedî têr dike.

Avcı danê sibê derdikeve, li kuçe û kolanan digere, ji bo pisîk û kûçikên li kuçeyan xwarinê belav dike.

Ger li kolanan heywanên birîndar bibîne, wan dibe veterîner û tedawiya wan dike.

Avcı got, “Ez her tim xwarinê didim heywanên li kuçeyan. Bi qedexeyan heywan bi taybetî bêxwedî man. Lewma ez di van rojan de mama didim wan. Ji destê mirov çi were divê mirov bike”

Li Sivriceya navçeya Elazığê piştî erdhejê koma "Kırmızı Montlular Gönüllülük Hareketi" hatibû sazkirin.

Ew kom niha di qedexeyên derketina derve de ji bo heywanên li kuçe û kolanan yên tî û birçî xîret dike.

Ji bo heywanan şîr û mama belav dike, xwedî li wan derdikeve.

“Bi taybetî pisîk di rojên zivistanê 5 û 6 saet bê xwarin bimînin, mixabin dimirin. Em ê bi taybetî ji bo wan xebatên xwe bidomînin.

Ev kom bi piştgiriya Wezareta Karên Hundir û walîtiyê, bi 3 komele, platforma xwendekaran û koma alîgiran hatibû sazkirin.

Li Bismîla Diyarbekirê jî şaredar Hamze Türkmen û ciwan heywan birçî nehiştin.

Kûçe û kolanên bajêr geriyan, xwarin û av danîn ber heywanên li derve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE