Di sir û seqema zivistanê da li ser berfê topa garanê dileyîzin

Li gundên çiyayî yên Gevaşa navçeya Vanê lîstika topa garanê ku dişibe beyzbolê, zivistanê li ser berfê tê lîstin û di nav lîstikên ku bêhna welatiyan pê dertê da cih digire

Di sir û seqema zivistanê da li ser berfê topa garanê dileyîzin

 Li gundên çiyayî yên Gevaşa navçeya Vanê lîstika topa garanê ku dişibe beyzbolê, zivistanê li ser berfê tê lîstin û di nav lîstikên ku bêhna welatiyan pê dertê da cih digire.

Ev lîstik li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Van, Şırnak û Hakkariyê tê lîstin, digel navê topa garanê jê ra "guhşegî" û "topa kille" jî tê gotin û ji zarokan heta mezinan kêfa gelekan ji vê lîstikê ra tê.

Li qadeke ku berf lê bariye du tîmên ku her yekî wan ji 6 kesan pêk tê bi destîdar û topeke ku ji mûyê hespan hatiye çêkirin va ji bav û kalan heta niha tê lîstin û di nav lîstikên ku kêfa şêniyên herêmê herî zêde pê ra tê da ye.

Taxa Gorunduyê ya li ser navçeya Gevaşê 25 kîlomêtre dûrî navçeyê ye û nêzî 1000î nifûsa wê heye. Şêniyên gund zivistanê dema ku vala dimînin, vê lîstika ku ji bav û kalan hîn bûne, dileyîzin.

Şêniyên taxê di sir û sermayê da dertên ser girê ku berf ser bariye û topa garanê dileyîzin da ku bêhna wan derkeve.

- "Em girîngiyê didin lîstikên xwe yên kevnare"

Ji şêniyên taxê Ercan Tubtemur ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew vê lîstikê dileyîzin da ku neyê jibîrkirin û nifşên nû hîn bibin.

Tubtemur diyar kir, wan berê bi topeke ku bav û kalên wan ji mûyê hespan çêdikir va dileyîst û wiha dewam kir:

"Em êdî bi topa tenîsê va dileyîzin. Berê gundiyên ku dixwastin wextê xwe xweş derbas bikin, ev lîstik dileyîstin. Vê gavê li herêma me tenê li gundê me tê lîstin. Em ji bav û kalên xwe hîn bûne û naxwazin ku were jibîrkirin. Em girîngiyê didin lîstikên xwe yên kevnare. Lîstika me dişibe beyzbol. Ferqa wê tenê ew e ku kes di vê lîstikê da têk naçe. Ji bo ku meriv wextê xwe xweş derbas bike, tê lîstin. Em hewl didin ku nifşên nû hîn bibin. Zarok temaşe dikin û hîn dibin. Em naxwazin ku ev lîstik were jibîrkirin."

Mehmet Tubdemir jî wiha got, "Xort û mezin zêdetir vê lîstikê dileyîzin. Ne girîng e ku hewa çiqas sar e. Qada ku em ê li ser bileyîzin pir girîng e. Em li ber menzereya Gola Wanê dileyîzin û xweş dibe. Em carinan dişiqitin û dikevin, lê hêjayî wê kelecanê ye."

- Çawa tê lîstin

Di lîstikê da du tîmên ku herî kêm ji 6 kesan pêk tê, tên neqandin. Li cihê ku dan lê tê dayîn û meriv li topê dixe, ji her tîmê kesek lê ye. Yek dana dide û topê davêje hewa, yê din li hewa topê dixe ku bişînê cihê herî dûr. Top çiqas dûr here, seba tîma ku lê dixe ew qas baş e, lewra kesê ku lê dixe û hevalên wî, direvin hoşka ku kifş kirine û li wê derê danê xwe teze dikin û cardin vedigerin ser xêzê. Lîstikvanên reqîb jî topê çiqas zû bigirin û li merivên tîma din bixin, ew qas zûtirî dibe dora wan ku ew bi dar topê bixin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE