Di sir û sermayê de ji bo xwezayê soberî kirin

Aktivîstên Behra Vanê ketin behrê û gotin, “Bila Gola Vanê Qirêj Nebe”

Di sir û sermayê de ji bo xwezayê soberî kirin

Komelaya aktıvîstên Gola Vanê her carê çalakiyeke balkêş li dar dixe. Aktivîstan vê carê jî kampeke zivistanê li dar xist û dîsa gotin “Bila Gola Vanê qirêj nebe.” Çalakvan di vê hewaya sar a zivistanê de ji bo balkişandinê ketin behrê.

Komelaya Aktivîstên Gola Vanê bi babatê “Bila Gola Vanê Qirêj Nebe”, ‘kampa zivistanê’ li dar xist.

Wekî her caran vê carê jî armanc balkişandina paqijiya Golê Vanê bû.

Endamên komelayê got, 'Me xwest xweşikiyên Gola Vanê û Derdora wê bidin nîşan. Ji bo vê jî me kampeke zivistanê organîze kir. Me konên xwe danîn û di bin sifirê de bi 15-20 pileyan me çalakiyên rengîn li darxistin. Armanca me jî danasîn û paqijgirtina Gola Vanê ye.''

Koma aktivîstan gotin, meriv dikare di zivistanê de jî bikeve behrê.

Endamên komelayê got, ''Me di vê hewaya sar de kampeke xweş li dar xist. Me îro jî nîşan da ku meriv dikare di hemû demsalan de bikeve Gola Vanê. Em ê hemû kesî dawetê vê derê dikin.

Çalakiyên balkêş ên Komelaya Aktivîstên Gola Vanê bi vî awayî dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE