Navenda Ciwaniyê ya li Şirnexê ji bo zarokan projeyek da destpêkirin. Ciwanan ji bo zarokan qada lîstikê ava kir. Zarok xwe boyax kirin û têra dilê xwe lîstin.
Ev der Navenda Ciwaniyê ya li Şirnexê ye. navendê ji bo kêfa zarokan were projeyek da destpêkirin.
Zarokên bajêr hatin navendê, pêşî rûyê xwe boyax kirin û xwe hazir kirin. Paşê jî dest bi lîstikê kirin.
Zarok li parkurê dart lîstin û hînî golfê bûn. Têra xwe kêf kirin û hevdû nas kirin.
Rayedarên navendê dibêjin ji bo zarok zêde li ser tablet, telefon û kompîteran wextê xwe derbas nekin wê çalakiyên bi vî rengî bêtir çêkin.