Di TRT Kurdiyê de qala xeyalên xwe kiribûn

Klûba Geştyaran a Firatê dengê wan bihîst û televîzyonek diyariyê wan kir.

Di TRT Kurdiyê de qala xeyalên xwe kiribûn

2 xwîşkên Siverekî bi televîzyona ku ji kartonan çêkiribûn di TRT Kurdiyê de hatin ser ekranê. Klûba Geştyaran a Firatê piştî nûçeya me xwest xeyala wan keçikan bi cih bîne. Zarok bi sûrprîza komeleyê gelek şa bûn.

Her kesî bi van dîmenan ew nas kirin...

Xwişk û birayên Siverekî, ji ber ku televizyona wan tune bû ji kartonan ji xwe re televîzyonek çêkiribûn.

Xwişkên wan ên mezin Yildiz û Gamzeyê jî wekî di DERS TVyê de ders didan wan.

Nûçeya ku li ser TRT Kurdiyê hat weşandin, gelekî deng veda…

Xêrxwazên ku ji xeyala wan haydar bûn hema dest bi kampanyeyekê kirin.

Klûba Geştyaran a Firatê bi pereyê ku di nav xwe de kom kirin, ji wan re televîzyonek kirin.

Ji hevalên xwe cuda, ewilî li kanala DERS TVyê temaşe kirin.

Salên wan biçûk in lê xeyalên wan mezin in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE